Serê sibê ya roja Sêşemê, 21’ê Rezbera 1405’an a Rojî ciwanekî Kurd bi navê «Kiyanûş Mihemedî», temen 26 salî û xelkê Bokanê, bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihêkî nediyar hate veguhastin.
Li gorî gotina çavkaniyekê agahdar ji Kurdpa re, demjmêr 6’ê sibê, hêzên ewlehiyê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê, Mihemedî li malbatê binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebebên binçavkirina vî welatiyê Kurd de tu agahî tune ye û hêzên ewlehiyê jî di vê derheqê de tu ravekirin pêşkêş nekirine. Herwiha, ew hîn jî ji mafê destpêra gihîştina bi parêzer, têkilîdanîn û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar hatiye hiştin.





