Roja Yekşemê, 19ê Rezbera 1405an a Rojî Şoreş Ebûbekirî, hunermendê naskirî yê xelkê bajarê Sineyê, ku bi navê «Şoreşswar» tê nasîn, piştî amadebûna xwe li dozgeriya vê bajarê, bi destûra dozgerê hat binçavkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar ji Kurdpa re, di rojên dawî de, saziyên ewlehiyê yên girêdayî Spaha Pasdaranê, gelek caran bi telefonê gef li Şoreş Ebûbekirî xwaribûn û ew vexwendibûn. Roja Yekşemê, 19 ê Rezbera 1405an a Rojî, ev hunermend bi parêzerê xwe, Osman Mezin, re ji bo şopandina mijarê û pêşkêşkirina gilînameyê serdana dozgeriya Sineyê kiribû, lê bi destûra dozgerê vî bajarî hat binçavkirin.

Ev çavkaniya agahdar zêde kir: Li gorî agahiyên malbata vî hunermendî, parêzerê wî di gilînameyekê de binpêkirinên yasayî pêşkêşî dozgeriya Sineyê kiriye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, di derheq sebeba binçavkirinê, tohmetên lidijî wî û cihê ragirtina vî hunermendê Kurd de agahiyek nediyar e.

Ebûbekirî di warê edebiyat û hunerê de hilberîner, pêşkêşkar, lêxistvanê tarê û stranbêjekî naskirî yê bajarê Sineyê ye. Wî li Sineyê dibistaneke muzîkê bi navê «Awazê Kurd» hebû, ku çend sal berê destûra wê hat betalkirin.

Pêşîneya binçavkirina Şoreş Ebûbekirî

Şoreş Ebûbekirî di nîvê şeva 18ê Befranbara 1402an a Rojî de, bi êrîşa çekdarî ya hêzên ewlehiyê û bêyî nîşandana belgeya dadgehê, hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê hate veguhastin yek ji girtîgehên ewlehiyê yên Urmiyê.

Roja Pêncşemê, 12ê Rêbendana 1402an a Rojî, ev hunermend bi danîna barimteya 500 milyon tomanî, bi awayekî demkî heta bidawîhatina pêvajoya dadgehî, ji yek ji girtîgehên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû berdan.

Roja Pêncşemê, 10ê Reşemeha 1402an a Rojî, danişîna dadgehê ya lêkolîna tawanbarîya Şoreş Ebûbekirî li TayaYekem a Dadgeha Şoreşê ya Sineyê, bi serokatiya dadger «Rehmet Îsmaîlî», hate lidarxistin û ew ji tohmeta«propagandaya li dijî hikûmetê» hatibû berdan.