11ê Rezbera 1405an a Rojî «Rojan Îbrahîmî», jina ciwan a Kurd a temen 20 salî û werzişkara beşa MMA ya xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û ber bi ciyekî nediyar ve hate veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyek agahdar, êvara roja Şemiyê, 11ê Rezbera Cotmeha 1405an a Rojş hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya îtlaatê êrîşî mala «Rojan Îbrahîmî», keça Ebdullahê, kirine û bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ew binçav kirine û ber bi ciyekî nediyar ve veguhastine.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê, ji çarenûsa vê jina ciwan û sebebên binçavkirina wê tu agahî tune ye û ew ji mafê destpêragihiştina bi parêzger û herwiha ji hevdîtin û têkiliyê bi malbata xwe re bêpar hatiye hiştin.