Vîrîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd, ji aliyê Taya 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Tehranê ve, bi tohmeta «bexî» (serhildan li dijî desthilatdariyê), ji bo cara duyemîn bi îdamê hat cezakirin. Ev biryar roja Çarşemê, 22’ê Rezbera 1405’an a Rojî, ji parêzerên wê re hat ragihandin.
Emîr Secadî, yek ji parêzerên Vîrîşe Muradî, di hevpeyvînekê de bi rojnameya «Emtedad» re, bi piştrastkirina vê nûçeyê, li derheq hûragahiyên wê de got:
«Piştî ku roja Sêşemê, 21’ê Rezbera, agahdariya fermî ji taya 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Tehranê gihîşt, yek ji parêzerên Vîrîşe Muradî (Mîrzayî), roja Çarşemê, 22’ê Rezberê, serdana taya navborî kir û biryara ku ji aliyê vê tayê ve hatibû dayîn, ji wî re hat ragihandin. Li gorî biryara ragihandî, ku di nav 20 rojan de dikare li Dadgeha Bilind a Welatê Îranê nerazîbûna xwe nîşan bide, taya navborî, Xanim Vîrîşe Muradî (Mîrzayî), bi tohmeta endamtiya di komeke serhildêr de, careke din bi îdamê ceza kiriye.»
Keyvan Ezîzî, yekî din ji parêzerên Virîşe Muradî, di heman hevpeyvînê de, bi rexnekirina biryara dadgehê, tekez kir:
«Ev biryar di rewşekê de hatiye dayîn ku biryara berê ya Taya 15’emîn a Dadgeha Şoreşê, ya ku ceza û biryara îdamê li dijî Virîşe Muradî dabû, ji ber hebûna gumanên mici li derheq lêkolînan de, ji aliyê taya pêwendîdar a Dadgeha Bilind a Welatê Îranê ve hatibû betal kirin. Lê mixabin, taya 15’emîn a Dadgeha Şoreşê, bêyî ku lêkolînên ku ji aliyê taya Dadgeha Bilind ve hatibûn xwestin pêk bîne, tenê bi guhertina sernavê tohmetê, navbirî careke din bi tohmeta endamtiya di komeke serhildêr de, bi îdamê ceza kir.»
19’ê Berfanbara 1404’an a Rojî Biryara îdamê ya li dijî Virîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd, ji ber kêmasiyên di lêkolînan de û nebûna pêkanîna rêbazên yasay, ji aliyê Taya 9’emîn a Dadgeha Bilind a Welatê Îranê ve hat betal kirin.
Virîşe Muradî (keça kurd a xelkê bajarê Sine), çalakvana jin a Kurd, roja Sêşemê, 10’ê Gelawêja 1402’an a Rojî, li derdora bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.
Piştî binçavkirina wê, Xanim Muradî hate veguhastin bo navenda ragirtinê ya Dezgeha Îtîlaata Sineyê. Piştî du hefteyan lêpirsînê, bi armanca wergirtina îtirafên bi zorê, di dawiya meha Gelawêja 1402’an a Rojî de hatibû veguhastin bo beşa 209’emîn a Girtîgeha Êvînê.
Ev çalakvana jin a Kurd, piştî pênc mehan binçavkirinê di odeya takekesî de, di 5’ê Beframbara 1402’an a Rojî de hate veguhastin bo beşa jinan a Girtîgeha Êvînê.
Ev girtiya siyasî ya Kurd, ku di Girtîgeha Êvînê de tê ragirtin, ji aliyê Taya 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Tehranê ve, bi serokatiya dadwer «Ebolqasim Selewatî», bi tohmeta «bexî» (serhildan li dijî desthilatdariyê), bi îdamê hatibû cezakirin.





