Dîsa kasibkarek hat qetilkirin
Hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, bi hinceta bazerganiya neyasayî a ser sînor, agir bi ser kolberan de dibarînin û wan qetil dikin. Kasibkarekî din li pîranşara rojhilatê Kurdistanê hat kuştin.
Hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, bi hinceta bazerganiya neyasayî a ser sînor, agir bi ser kolberan de dibarînin û wan qetil dikin. Kasibkarekî din li pîranşara rojhilatê Kurdistanê hat kuştin.
Careke din bûyera avêtina têzavê a li Îsfehanê pêkhatî, dubare bû. Li Bakana rojhilatê Kurdistanê, têzav (asîd) bi ser 3 jinan de hat reşandin û ew bi giranî birîndar bûn.
3 çiyavanên Şinoyî li rojhilatê Kurdistanê, bi armanca destek-kirina seyrangeha Aviyera Sine , her wiha şermizarkirina failên bûyera şewatê ya ku li wir pêkhatî, bi serbilindî ji çiyayê bilin ê Demavend bi ser kevtin.
Şiwêrmendekî berê yê wezareta berewnî a Amerîkayê (Pantagon), terora Dr. Qasimlo a ji aliyê hikûmeta Îranê ve li Awistryayê pêkhatî, bi tindî şermizar kir. Wî şiwêrmendî lihevkirina navokî ya Amerîka li gel Îranê, nîşaneya lawanzbûna…
Daristan, giha û xwezaya rêzeçiyayên Şaho li rojhilatê Kurdistanê, beriya niha bi du rojan bi şewateke dijwar re rû bi rû ma. Sedema wê şewatê jî topbarana Sipaha Pasdaran hat îlankirin.
Saman Nesîm û Yûnês Aqayan, du zindaniyên Kurd ên siyasî (yên mehkûm bi darvekirinê), piştî 5 meh aqûbetek nediyar, bi malbatên xwe re hevdîtin pêkanîn.
Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îslamî ya Îranê, atmosfereke ewlekarî bi ser bajarê Şinoya rojhilatê Kurdistan de hakim kirine. Ew rewş roj pey roj dijwartir dibe û zextên li ser gel jî zêdetir dibin.
Şewata xweza û ekolojiya rojhilatê Kurdistanê berdewame. Daristanên devera çiyayî a Şaho li Serwava jî di nava guriya agir de şwitîn.
Rêxistina Cey ûl Edil kuştina zêdeyî 10 leşkerên Îranê, li devera Sîstan û Belûçistana başûr rojhilatê wî welatî piştrast kir.
Jineke Kurd li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê mêrê xwe ve, bi çifteyeke berikavêj(tifekê)hat kuştin.