Cenazeyê ciwanê Nexedeyî sipartin axê
Duh duşemî 29`ê hezîranê, Akam Telac xelkê Nexedeya rojhilatê Kurdistanê ku li xwepêşandana Mahabadê hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest da.
Duh duşemî 29`ê hezîranê, Akam Telac xelkê Nexedeya rojhilatê Kurdistanê ku li xwepêşandana Mahabadê hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest da.
Birîndarekî serhildana Mahabadê ya ku beriya niha bi 53 rojan, bi sedema mirina bi guman a Ferînaz Xusrewanî birêve çûbû, jiyana xwe jidest da.
Zindaniyekî siyasî yê Kurd û rûniştvanê bajarê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, piştî bi dawîkirina cezayê hepsê li girtîgeha Bender Ebas a Îranê, serbest hat berdan.
Di berdewamiya kuştin û birîndarkirina sivîlan ji aliyê hêzên leşkerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê ve, welatiyekî din ê Belûç hat qetilkirin.
Roja pêncşemî 25`ê Hezîranê, hejmarek çekdarên DAIŞ`ê berbanga sibehê derbasî Kobanê bûn û bi sedan xelkê sivîl şehîd û birîndar kirin. Piştî 3 rojan ji aliyê YPG`ê û YPJ`ê ve çeperên DAÎŞ hatin şikandin û ew bi tevahî hatin kuştin.
Bi munasibeta 28`emîn salvegera kîmyabarana Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, kêmendam û meqdûrên kîmyabarana Nûdşeya ser bi kirmaşanê, peyamek weşand in.
Di şer û pevçûnekî ku navbera hêzên Sipaha Pasdaran û Ceyş el Edil li sînorê Serewan a Sîstan û Belûçistana Îranê pêkhat, 16 endamên Sipaha Pasdaran hatin kuştin.
Hêzên leşkerî ên Îranê li Zindeşta ser bi Selmasa rojhilatê Kurdistanê, kasibkarek ku bi rêya veguhestina baran, bazerganiya ser sînor dikir, qetil kir.
Di demekê de ku tenê rojek bi salvegera kîmyabarana Serdeştê re maye, çand ajokarên dûçerxeyan bi armanca guhertina navê Serdeştê bi bajarê sulh û aşîtiyê, dê li Merîwanê ber bi Serdeştê ve birê bikevin.
Konferansa salane ya tunekirina mayîna bi beşdariya endamên Konvansiyona “Otawa” û civaka mafên mirovan a Kurdistana Îran-Cenêv, li meqera NY (bê beşdariya Îranê) birê ve çû.