Zextên hikûmeta Îranê yên li ser çalakvanên xwendekarî didomin
Çalakvanekî xwendekarî ê Kurd li Merîwana rojhilatê Kurdistanê ku 18 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn, bo derbaskirina hukmê jê re hatî pesendkirin, çû zindanê.
Çalakvanekî xwendekarî ê Kurd li Merîwana rojhilatê Kurdistanê ku 18 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn, bo derbaskirina hukmê jê re hatî pesendkirin, çû zindanê.
Çarenivîsa Kawe Xusrewî Kurdistanî, çalakvanê xwendekarî ê Kurd li Sineya rojhilatê Kurdistanê, bi derbasbûna 21 rojan bi ser binçavkirina wî re, hîna nehatiye eşkerekirin.
Du welatiyên belûç, piştî çend saetan ku ji aliyê navendek ewlekarî ya Îran ve hatibûn binçavkirin, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.
Daristan, xweza û gihayê Sulêman Beg li Baneya rojhilatê Kurdistanê jî, bi bûyera agir re rû bi rû ma û bû rejî.
Encûmenên têkildarî gel û çalakvanên jîngehparêzî, seyrangeha Aviyer li Sineya rojhilatê Kurdistanê, ji zibl û rejiya şewatê paqij kirin û şitlên daran şîn kirin.
Bi derbasbûna 28 salan bi ser kîmyabarana Serdeşta rojhilatê Kurdistanê re, navê kesên ku peywendî bi wê karesatê re nebûye, di cihê navê qurbanî û kêmendaman de hatiye qeydkirin.
Mamosteyekî Kurd li Pîranşara rojhilatê Kurdistanê, bi sedema encamdana çalakiyên çandî, ji aliyê Birêweberiya Perwerde û Hînkirinê ya wî bajarê ve, gefa derxistina ji kar lê hat kirin.
Di berdewamiya parastina xweza û ekolojî li rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên girûpî bo paqijkirina suriştê li Pîranşarê hatin lidarxistin.
Di encama êrîşeke din a hêzên leşkerî yên Îranê bi ser kasibkar û kolberên rojhilatê Kurdistanê de, yek ji wan hat kuştin û 3 jî, bi giranî birîndar bûn.
Piştî derbasbûna 134 rojan bi ser çarnûsa nediyar a zindaniyê siyasî yê Kurd Saman nesîm re, malbata wî ragihanidin ku biryarhatiye dayîn di demeke nêz de, ew hevdîtinê bi Saman re pêk bînin.