Xalê Jîna-Mehsa Emînî Sefa Ailî bi danîna barimteyê hat berdan
Roja Sêşemî 25’ê Rezberê, Safa Ailî xalê Jîna-Mehsa Emînî, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Seqizê bi awayekî demkî hate berdan.
Roja Sêşemî 25’ê Rezberê, Safa Ailî xalê Jîna-Mehsa Emînî, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Seqizê bi awayekî demkî hate berdan.
Roja Sêşemî 25’ê Rezberê, Azad Emînî çalakvanê jîngehparêz ê bajarê Seqizê, piştî danîna barimteya 900 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hate azadkirin.
Roja Çarşemî 19’ê Rezbera 1402’an, Nasir Sergiran, parêzerê, mamostayê zanîngehê û çalakvanê mafên kêmendaman, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Sinê hat veguhastin.
Di heyama rojên derbasbûyî de kolberekî bi navê “Bêrûz Muradî” yê xelkê bajarê Selas Bawecanî bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê bajarê Pawe birîndar bû.
Roja Yekşemî 23’ê Rezberê, kolberek bi navê “Kemal Eşterî” xelkê Bokanê li sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat birîndarkirin.
Erselan Xudkam girtiyê siyasî li girtîgeha Navendî a Urmiyê ku tûşî nexweşiya çavan bûye, piştî bê parkirin li tedaviyên pizîşkî navbirî tûşî pirsgirêka çav hatiye.
Roja Duşemî 17’ê Rezberê, kolberekî bi navê “Muhsen Weliyûlahî” xelkê Ciwanroyê ji ber gulereşandina hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Newsûdê birîndar bû.
Serê sibê roja Pêncişembî 20’ê Rezberê, girtiyê bi navê “Hisên Mihemedî” temen 52 salî û xelkê bajarê Bokanê, li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê hat îdamkirin.
Hêro Qedîmî çalakvana medenî a naskirî ya bajarê Seqizê, tevî ku mehek bi ser binçavkirina wê re derbas bûye, hêj di girtîgehê de ye.
Îdrîs Mênberî, çalakvanê medenî û endamê desteya rêveber a komeleya çandî û civakî ya “Nûjîn”ê, ji aliyê Taya 106 a Dadgeha Cezaya Giran a Sine ve bi tohmeta “têkdana ewlehiya giştî” li girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê de, bi salek heps,…