Li sînorê Newsûdê 3 kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê birîndar bûn
Êvara roja Yekşemî 30’ê Rezberê, 3 kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Êvara roja Yekşemî 30’ê Rezberê, 3 kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Wêneyên ku ketine destê Krdpa yê diyar dikin ku cama wêneyên sembolîk ên Şerîf Bacwer û Omîd Kohnepûşî- cangoriyên parastina jîngehê û logoya Komeleya Kesk Çiya li ser gorên van qurbaniyan li Merîwanê ji aliyê kesên nenas ve hatine…
Êvariya roja Şemî 29’ê Rezbera îsal, kasibkarê Kurd ê bi navê “Vahid Qadrî” temen 23 salî, kurê Ehmed û xelkê Seqizê, di encama teqe û şopandina hêzên leşkerî yên dewletê canê xwe ji dest da.
Roja Sêşemî 25’ê Rezberê, welatiyê bi navê “Pêşwa Eliyar” temen 25 salî, yê xelkê Banê, li bajarê Silêmaniyê ya Kurdistana Iraqê, bi sedema teqîna mînekê canê xwe ji dest da.
Îro 27 Rezber a sala 1402`an de, piştî bijartina Jîna-Mehsa Emînî û tevgera şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî wek xwediyê xelata Saxarov, Emced Emînî bavê Jîna peyamek li derheq bijartina keça xwe de belav kir, wergirê vê xelatê, bala Yekîtiya…
Jîna-Mehsa Emînî û tevgera şoreşgerî ya Jin, Ziyan, Azadî ji aliyê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ve weke xwediyên Xelata Mafên Mirovan a Saxarov a îsal hatin ragihandin.
Roja Çarşemî 26’ê Rezberê, Eşkan Fehîm, çalakvanê wêjeyî û çandî yê Mehabadê, ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo girtîgeha vî bajarî hat veguhastin.
Tevî ku 16 roj bi ser binçavkirina welatiyê bi navê Nîma Xalidiyan yê xelkê bajarê Qorwê de derbas bûye, lê heta niha ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin.
Roja Sêşemî 25’ê Rezberê, Mehdî Qenberî temen 31 salî û xelkê Qorwê piştî gazîkirina bo Îdareya Îtila`ata vî bajarî hate binçavkirin.
Sibeha roja Çarşemî 26ê Rezberê, kolberek bi navê Ferîd Wetenî Resûl kurê Mihemed xelkê Merîwanê li sînorê vî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin.