Li ser sînorê Newsûdê ji ber teqeya hêzên leşkerî yên dewletê 8 kolber birîndar bûn
Roja Pêncşemî 11’ê Xezelwerê, 8 kolberên xelkê Ciwanroyê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Roja Pêncşemî 11’ê Xezelwerê, 8 kolberên xelkê Ciwanroyê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Sibeha roja Pêncşemî 11`ê Xezelwerê, welatiyê Kurd ê bi navê “Zaniyar Mehmûdî” temen 24 salî û kurê Ekber xelkê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Sibeha roja Pêncşemî 11`ê Xezelwerê, welatiyê Kurd ê bi navê “Şadman Mihemedî” xelkê bajarê Selasa Bawecanî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Roja Duşemî 8’ê Xezelwerê 4 welatiyên Mehabadê yên bi navên Mîlad Meirûfî, Hawrê Tûrê, Alan Hemecanî û Pûriya Nesîrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Roja Duşemî 8`ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Luqman Ehmedpûr” temen 45 salî, xelkê gundê “Manîjlan” a ser bi navçeya Banê, bi sebeba teqeya hêzên dewletê li sînorê “Hengejale” yê bi giranî birîndar bû.
Roja Sêşemî 2’ê Xezelwerê, kolberekî Kurd bi navê “Muhsen Ebdullahî” temen 35 salî, kurê Nasir, xelkê gundê “Kanî Berd” a Bane, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên dewletê hat kuştin.
Serbêya roja Sêşemî 2’ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “A.M” li girtîgeha Xoyê hate bidarvekirin.
Roja Duşemî 1’ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Zanko Goherî” xelkê Bane li sînorê “Hengejale” ya vî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat birîndarkirin.
Roja Duşemî 1’ê Xezelwerê, Tariq Rehîmpûr ê temen 39 salî, û kurê Mûsa xelkê gundê “Evîheng”a bajarê Sine, piştî danîna barimteya 1 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin.
Roja Duşemî 1ê Xezelwerê, endamê Komeleya Keska Çiya yê Merîwan û çalakvanê jîngehparêzî Madêh Xweşnevaz, piştî danîna barimteyê bi awayekî demkî hat berdan.