Îlam; Binçavkirina Kiyûmers Hesenbêygî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û veguhestina wî bo cihekî nediyar
Roja Çarşemê, 31ê Pûşpera 1405an a Rojî, Kiyûmers Hesenbêygî, welatiyekî Kurd ê xelkê Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin, û pênc roj piştî binçavkirina wî ya bêserûber, tu agahî li derheq çarenivîs û cihê wî tune.









