Piştî 8 rojan binçavkirin û nezelaliya çarenivîs ya "Avat Nûrî", welatiyek Kurd a xelkê Mahabadê, hîn jî tu agahî li ser çarenivîs û cihê wê tune. Di vê heyamê de, ew ji mafê hevdîtin û têkiliyê bi malbata xwe re û hebûna parêzerekî bêpar maye.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re; Roja Şemiyê, 24ê Gelawêja 1405an a Rojî, "Avat Nûrî", rûniştiya Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îdareya îtlaatê ve bêyî belgeya dadgehê hate bunçavkirin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin, û ji wê demê ve, tu agahî li derheq çarenivîsa wê tune ye.
Heta dema belavbûn vê nûçeyê li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vê welatiya Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane. Her wiha ji Avat Nûrî re mafê hebûna parêzer, serdan û têkiliya bi malbata xwe re tê qedexekirin.
NûçeKurdistanMafê Mirov
Mahabad; 8 roj girtin û nebûna agahî li ser çarenûsa Avat Nûrî





