Roja Sêşemî, 27ê Gelawêja1405an a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê "Kerîm Resûlî" xelkê gundê "Indirqaş" a ser bi navçeya "Şarvêran" a Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û veguhestin cihekî nediyar.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re, hêzên ewlehiyê ev welatiyê ku endamê encumena gundê "Indêrqaş" e, li yek ji kolanên Mehabadê bêyî nîşandana belgeya dadwerî binçavkirin û ew veguhestin cihekî nediyar.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, di dergeq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane. Her wiha "Kerîm Resouli" ji mafê hebûna parêzer, hevdîtin û têkiliya bi malbata xwe re bêpar e.





