Sê girtî bi lêxweşbûna malbatên kuştiyan ji îdamê rizgar bûn
Sibêdeha Îro Çarşemî 25`ê Reşemê, sê girtî yên bi navên “Ceifer Îsmaîlî, Seîd Armet û Osman Sehrayî” xelkê bajarê Urmiyê, bi lêxweşbûna malbatên kuştiyan ji îdamê rizgar bûn.
Sibêdeha Îro Çarşemî 25`ê Reşemê, sê girtî yên bi navên “Ceifer Îsmaîlî, Seîd Armet û Osman Sehrayî” xelkê bajarê Urmiyê, bi lêxweşbûna malbatên kuştiyan ji îdamê rizgar bûn.
Roja Sêşemî 24`ê Reşemê, Du kolberên Kurd ên bi navên “Se`îd Xosrewî” û “Mixtar Şamuradî” xelkên bajarê Selasa Bavecanî, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, li berdewamiya gazîkirina welatiyên xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, 20 welatiyên din ên xelkê wî gundê bo navendên ewlehî hatine gazîkirin.
Roja Yekşemî 22`ê Reşemê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Pûrya Rizayî” temen 24 sal û “Sûret Seyadî” (dayîk û kur) xelkê gundê “Kamran Rehman” ê girêdayê bajarê Dalaho yê girêdayê parêzgeha Kirmaşanê, bi sedema teqeya hêzên Întizamî hatine…
Roja Yekşemî 22`ê Reşeme, keçek temen 19 sal û xelka “Serav”a bajarê Qurweyê xwe avête nav avê û dawî bi jiyana xwe anî.
Roja Şemî 21`ê Reşemê, 5 welatiyên Kurd ên bi navên “Enver Şêxe”, “Rehîm Elîzade”, “Mihemed Qadirpûr”, “Rehman Qadirî” û “Nasir Bayezîdî” xelkê bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hatine azadkirin.
Êvareya roja Yekşemî 22`ê Reşemê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ebûbekir Muradî” xelkê gundê “Mîrava” yê girêdayê bajarê Selasa Bawecanî, bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve birîndar bû.
Sibêdeha îro Duşemî 23`ê Reşeme, berpirsên girtîgeha li ser rêya gola bajarê Urmiyê cezayê îdamkirina girtiyekê li girtîgeha wî bajarî cî bi cî kirin.
Girtiyek siyasiyê Kurd ê bi navê “Fîrûz Mûsalû” xelkê devera “Kotol” a ser bi bajarê Xoyê, ji aliyê taya 2 a dadgeha Şoreşa bajarê Urmiyê bi îdamê hate cezadan.
Roja Şemî 21`ê Reşemê, çalakvaneka jinan a xelkê bajarê Sineyê, rûniştiyê bajarê Yezdê û bi jê standina soz ji girtîgehek ewlehî ya bajarê Yezdê hate azadkirin.