Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin
Sibêdeha îro Sêşemî 2`ê Xakelêweyê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Ehmed Resûlî” û “Sasan Padaş” xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Sibêdeha îro Sêşemî 2`ê Xakelêweyê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Ehmed Resûlî” û “Sasan Padaş” xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, du welatî yên bi navên daye“Betûl” temen 75 salî û “Aryana Selîmî” temen 14 salî di dema birêveçûna cêjna newrozê de, li parka zarokan (parka Newroz) a bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Roja Şemî 28`ê Reşemê, welatiyek Kurd ê bi navê “Celal Vefayî” kurê Hecî “Umer” û xelkê bajarê Bokanê piştî bi dawîhatina heyama girtîgehê hate azadkirin.
Roja Çarşemî rêkevta 25`ê Reşemê, welatiyek Kurd ê bi navê “Ebdullah Rûzrox” xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê bi awayek demkî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Welatiyekî xelkê Bakûrê Kurdistanê yê bi navê “Hatem Ozdemîr” ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Xoyê cezaya îdamkirinê bi ser de hatiye sepandin.
Roja Sêşemî 24´ê Reşemê, girtiyê siyasî yê Kurd “Qadir Mihemedzade” xelkê bajarê Bokanê, ji girtîgeha bajarê “Yezd”ê îzna mirexesiyê bi wî re dan.
Roja Duşemî 23´ê Reşemê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Emîn Îranîzade” kurê Nasir xelkê gundê “Qasimlo” û “Şêrzad Şewqî Qasimlo” kurê Xalid û xelkê gundê “Mambirahîm” yên girêdayê bajarê Urmiyê, ji aliyê dadgeha Şoreş ve bi girtêgehê hatin…
Îro Çarşemî 25`ê Reşemê, “Kiyûmers Letîfî” çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.
Îro Çarşemî 25`ê Reşemê, “Aram Muradiyan” welatiyê xelkê gundê “Tengîser”ê girêdayê bajarê Sineyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Roja Yekşemî 22`ê Reşemê, cezayê îdamkirina çar girtiyên bi tohmeta “peywendîdar bi madeyên hişber” li girtîgeha navendî ya bajarê Şîrazê hate cîbicîkirin.