Amara 6 mange ya kuştin û birîndarbûna kolberan di Kurdistanê de
Li gor amara navenda amarî ya Saziya Mafî Mirovî ya “Kurdpa”yê, di heyamê 6 mehên destpêka sala 2021`an de, bi giştî 98 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gor amara navenda amarî ya Saziya Mafî Mirovî ya “Kurdpa”yê, di heyamê 6 mehên destpêka sala 2021`an de, bi giştî 98 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.
Roja Çarşemî 9`ê Pûşper, kolberekî Kurd ê bi navê “Vahid Emînzade”, temen 29 salî û xelkê bajarê Seqizê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Birwêşkanî”yê girêdayê bajarê Baneyê birîndar bû.
Di çend rojên derbazbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Soran Şerîfî”, xelkê bajarê Bokanê, bi danîna Barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtla`at a wî bajarî hate azadkirin
Îro Çarşemî 9`ê Pûşper, du girtiyên siyasiyên Kurd ên bi navên “Salar û Saman Xezalî” xelkê bajarê Mihabadê ji girtîgeha wî bajarî ve hatine azadkirin.
Sibêdeha roja Çarşemî 9`ê Pûşperê, girtiyekî Kurd ê bi navê “Mihemedtahir Silêymanî”, temen 65 salî û xelkê gundê Dizê yê devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, li girtîgeha bajarê Mihabadê hate îdamkirin.
Roja Duşemî 7`ê Pûşper, welatiyekî Kurd ê bi navê “Muzefer Hekîmî” xelkê bajarê Urmiyê bi danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hate azadkirin.
Roja Duşemî 7`ê Pûşper, welatiyekî Kurd li gundê “Bedir”ê girêdayê “Deşta Ebas” a ser bi bajarê Dêhloranê bi sedema teqîna mînê, piyê wî birîndar bû.
Roja Duşemî 7ê Pûşper, kolberekî Kurd ê bi navê “Nesrullah Hemîdî” xelkê bajarê Selasa Bavecanî, bi sedema berbûn ji bilindahiyê li sînorê “Newsûdê” birîndar bû.
Roja Yekşemî 6`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Riza Êzet Tac”, xelkê gundê “Şawanê” yê ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Roja Pêncşemî 3`ê Pûşper, girtiyekî nûgihan ê bi navê “Arman Ferehmend”, temen 17 salî, kurê Muxtar û xelkê gundê “Serdoş” ê ser bi bajarê Merîwanê, li “Kanûna Îslah û Terbiyet”a bajarê Sineyê, piştî sozadana berpirsên girtîgehê dawî bi…