Mehabad; Ji xwenîşanderekî re cezayê heps û sirgûnê hat birîn
“Sohrab Avîzken”, xwenîşanderê xelkê Mehabadê, ji aliyê dadgeha Şoreşa vî bajarî ve, bi Sê sal heps û sê sal sirgûnkirina bo bajarê Zencanê hat cezakirin.
“Sohrab Avîzken”, xwenîşanderê xelkê Mehabadê, ji aliyê dadgeha Şoreşa vî bajarî ve, bi Sê sal heps û sê sal sirgûnkirina bo bajarê Zencanê hat cezakirin.
Roja Şemiyê 23’ê Banemerê, Berdevkê Meclisa Şêwra Çalakvanên Medenî ya Yarsan û Sekreterê Eniya Yekgirtû ya Kurd Siyavaş Heyatî ji bo taya yekem ê Îdareya Cezayan a Serdozgeriya Giştî ya Şoreşa Îslamava Xerb hat şandin û ji bo cîbicîkirina…
Roja Pêncşemî 21`ê Banemer, kolberê bi navê “Akam Mihemedzade” temen 27 salî, xelkê Bokanê, li sînorê “Hengejel” yê ser bi bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat birîndarkirin.
Roja Çarşemî berwarê 20’ê Banemerê, welatiyê Kurd yê bi navê “Mihemed Ezîzî” li derdora gundê “Dolebî” yê girêdayê Serdeştê di encama gulebarana hêzên leşkerî yên hikûmetê de birîndar bû.
Roja Yekşemî 17`ê Banemerê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Peyman Ehmediyan” û “Menûçêhr Rizayî” xelkê bajarê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Roja Sêşemî 19’ê Banemerê, ciwanê Kurd ê bi navê “Fireydûn Nebî” xelkê Pîranşarê piştî danîna barimteya 3 milyar Tûmenî ji girtîgeha Nexedê bi awayekî demkî hat azadkirin.
Roja Sêşemî 19’ê Banemerê, “Fatima Meqsûdî”, dayîka “Êdrîs Feqîhî”, endamê yek ji partiyên Kurd ên opozisyona rejîma Îranê, piştî çalakiya rûniştinê ya çend rojan li ber avahiya îdareya Îtla`ata Pasdaran a Urmiyê de hat binçavkirin.
Roja Sêşemî 19’ê Banemerê, mamostayê malnişînkirî yê dibistana destpêkî yê bi navê, ”Fatih Osmanî”, di dema xwenîşandana mamostayan a Sinê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.
Di rojên derbasbûyî de welatiyê Kurd yê bi navê “Elî Letîfî” kurê Ehmed xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin.
Roja Înê 15’ê Banemerê, “Celal Tepak” welatiyê girtî yê Pîranşarê, bi sedema nexweşiyê ji girtîgeha Nexedê bo nexweşxaneya vî bajarî hat veguhastin.