Seqiz; Saman Paşayî piştî danîna barimteya giran hat berdan
Roja Pêncşemî 30ê Xermananê, Saman Paşayî werzişvanê medala cîhanî ya gulleştê û xelkê Seqizê, piştî danîna barimteya giran, ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin.
Roja Pêncşemî 30ê Xermananê, Saman Paşayî werzişvanê medala cîhanî ya gulleştê û xelkê Seqizê, piştî danîna barimteya giran, ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin.
Piştî nîvroya roja Pêncşemî 30ê Xermananê, malbat û xizmên Hûmen Ebdullahî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Sine, ji bo serdana gora wî serî li goristana “Hesen Abad” dan, lê hêzên ewlehiyê heqaret û bêhurmetî…
Sibeha roja Sêşemî 28ê Xermananê, 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Xebat Dihdar” û “Ramiyar Dihdar” xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Roja Yekşemî 26`ê Xermananê, ciwanê temen 17 salî yê xelkê bajarê Dêhloranê Bêhnam Semûrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Roja Duşemî 27ê Xermananê, çalakvanê medenî û mamostayê zimanê Kurdî yê xelkê Dêwolanê Azad Ebbasî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Êvariya roja Yekşemî 26ê Xermananê, kolberekî bi navê “Şehram Resûlzade” xelkê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat birîndarkirin.
Roja şemî 25ê Xermananê sê welatiyên Kurd bi navên “Mêhran Kohî”, “Mehdî Feyzî” û “Omîd Xosrewî” xelkê bajarê Qorve ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Azad Emînî, çalakvanê jîngehparêz ê bajarê Seqizê, ji bo lêpirsînê bo yek ji girtîgeha ewlehiyê ya bajarê Sine hatiye veguhestin.
Roja Înê 24’ê Xermananê welatiyek bi navê “Cemal Hisênpûr” tevî du zarokên xwe yên bi navên “Ehmed û Mehdî Hisênpûr” yên xelkê gundê “Savan” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Êvariya roja Yekşemî 26`ê Xermananê, welatiyekî bi navê “Mehdî Hatemî” temen 18 salî û xelkê bajarê Dêwolanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.