Serê sibê roja Pêncişembî 20’ê Rezberê, girtiyê bi navê “Hisên Mihemedî” temen 52 salî û xelkê bajarê Bokanê, li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê hat îdamkirin. 

Yek ji xizmên vî girtiyî ji Kurdpa re ragihand: Ev girtiyê han beriya niha bi 15 salan li bajarê Reştê bi tohmeta kirîn û frotina madeyên hişber hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê bidarvekirinê bo hatibû birîn. 

Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Termê vî girtiyê bo bajarê Bokanê tê veguhastin. 

Hisên Mihemedî xelkê gundê “Tekan Tepe” a Bokanê ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.