Li sînorê Pîranşarê ji ber teqîna mînekê kolberek birîndar bû
Êvariya roja Înê 7’ê Rezberê, kolberek bi navê “Erselan Sefyarî” kurê Ebdullah xelkê gundê “Gezgeskê” a Pîranşarê bi sedema teqîna mînekê bi giranî birîndar bû.
Êvariya roja Înê 7’ê Rezberê, kolberek bi navê “Erselan Sefyarî” kurê Ebdullah xelkê gundê “Gezgeskê” a Pîranşarê bi sedema teqîna mînekê bi giranî birîndar bû.
8 welatiyên bi navên "Hisên Aşûrî", "Ezîm Yadgarî", "Ferşad Ayînî", "Se`idullah Ayînî", "Mihemed Hisên Hasilî", "Vahîd Çeweran", "Naser Rezayî" û "Bextiyar Mihemedzade" bo Dadgeha Cezayê Giran a Îlamê hatin veguhastin.
Roja Pêncşemî 6ê Rezberê, “Erselan Dîwarger” xelkê bajarê Sine, piştî ku bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hatibû gazîkirin, careke din hate binçavkirin.
Roja Çarşemî 5’ê Rezbera îsal, Sulmaz Hesenzade xwîşka Mihemed Hesenzade, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî, li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat binçavkirin.
Roja Pêncşemî 6ê Rezberê, welatiyê bajarê Seqizê “Efxem Muradiyan” piştî danîna barmteya giran, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin.
Roja Pêncşemî 30ê meha Xermananê welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê Xalid Ebdullahzade piştî danîna barimteyê ji girtîgeha vî bajarî bi awayekî demkî azad bû.
Roja Şemî 1’ê Rezberê dadgeha Pîranşarê biryara binçavkirina demkî ya welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Emîn Mihemedî” temen 72 salî bo mehek din dirêj kir.
Çarenivîsa 8 welatiyên Kurd yên bi navên, Ehmed Mamzade temen 65 salî, Ebobekir Mamzade temen 53 salî, Soran Qasimî temen 28 salî, Pêjman Sultanî temen 30 salî, Kawe Salihî temen 40 salî, Rizgar Babamîrî temen 42 salî, Celîl Mewlûdî û…
Roja Çarşemî 5ê Rezberê, çalakvana mafên jinan Behar Zengîbend bo taya duyem a lêpirsînê ya Serdozgeriya Giştî û Înqlab ya bajarê Sine hat vexwendin.
Çalakvana medenî ya navdar a bajarê Seqizê Hêro, li navenda çaksaziyê ya Sine di karantînayê de di rewşeke xirab de ye.