Roja Duşemî 1ê Xezelwerê, endamê Komeleya Keska Çiya yê Merîwan û çalakvanê jîngehparêzî Madêh Xweşnevaz, piştî danîna barimteyê bi awayekî demkî hat berdan. 

Ev endamê Komela Kesk a Çiya, êvariya roja Yekşemî 19ê Rezbera sala 1402an, li gundê “Neçî” a Merîwanê, bê biryara dadgehê hatibû binçavkirin. 

Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Xweşnevaz de, ti zanyariyên berfireh bidest neketin.