Ajansa Kurdpa: Endamên Encûmena “Xwezaya kesk”bi kom kirina ziblan û dûrxstina wan ji jîngehê , bajara Selasa Bavacanî ê ser bi Kirmişana rojhilatê Kurdistanê, bo serdana torîstan amade kirin û erka jîngehparêziyê bi cih anîn.
Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hemwelatiyên bajrê Selasa Bavecanî, bi alîkariya Encûmena “Xwezaya Kesk” di çalakiyeke jîngehparêzî de, bajarê nav borî ji ziblan û tiştên gemar paqij kirn û çanda jîngehparêziyê nûjen kirin.
Eva 2’emîn çalakiya hemwelatiyên Selasa Bavecanî piştî damezrandina Encûmena Kesk bû ku bi beşdariya hejmarek zor a şênî (rûniştî) ên deverê re rûbirû bû.
Yek ji pişikdarên vê rêûresmê got: “Jîngehparêzî parastina jiyanê ye. Bi hêviya jiyaneke paqij û xwezayeke salam û xawin!”
Pêwîst e bê gotin di rê û resma taybet bi jîngehparêziya Selasa Bawecanî de, Zarokan jî beşdarî kir û hezkirina xwe bi jîngehê re dan nîşan dan.
Di du salên borî de pirsa parastinê jîngehê û lidarxistina merasîmên taybet li ser jîngehparêziyê li rojhilatê Kurdistanê ber bi zêdebûnê ve diçe û hejmarek zor ji welatiyên pişikdarê çalakiyên jîngehparêzî dibin; ajalên wek kev û keroşkan berdidin, cihên kevnar û dîrokî diparêzin, çem û rûbaran gemar nakin û ...hwd. Bi vî awayî çanda jigehparêzî wek erkekekî dinirxîn in.










