Ajansa Kurdpa: Pertûkek nû ji çîrokên Kurdiye Kirmaşanê ji nivîskarê Kurd, “Musdin Melêkî” hate weşandin.
Pêka rapora Kurdpayê, komçîrokek Kelhurî bi navê “Çîrokeyli Îware” wate “ Çîrokên Êvarî” hate çap û belavkirin.
Pertûka Melêkî ku hilgirê hin çîrokên Kurdiye Modern e, zimanek şirîn û bedew heye ku di heman demên de ji peyvên dîrokîne Kelhurî ji bo nivîsandina wê Pertûkê mufah hatiye wergirtin û weke nivîskarê wê Pertûkê dibêje: Em dikarin weke kompeyvên Kurdî ji wê Pertûkê mufahê wergirin.

Pertûke ku ji weşanxaneya “Baxê Ney” hatiye weşandin, 70 rûpelan
i xwe ve digire û xwediyê Neh kurte çîrokan e.
Şaşrakeriya wê pertûkê li istûyê nivîskarê Kurd, “Jiyar Cîhanfer” bûye.
Nivîskarê pertûkê di warê wê pertûkê de dide xuyanê: Her çend ku ew pertûk hilgirê 70 rûpelan e, lê di wê pertûkê de hewil hatiye dayîn ku em peyvên biyanî neînine nava ferhenga Kurdî de.





