Kurdpa: demjimêr 8:20 deqeyên sibêdeya roja çarşem 11.01.2012-an bi sedema teqînna bombek çandî li nav teromîlek bi modela Pijo 405 li hember zanîngeha Elame Tebatebayî kesek hat kuştin û du kesên din jî bi tudnî birîndar bûn.
Li gor malpera Şefaf, kesê hatî kuştî Mistefa Ehmedî Rewşen e ku yek ji mamostayên pîşeya petrolê û berpirsê bazirganiya navenda etomî ya Netenz bû.
Malpera nivî fermî ya Fars jî ev nûçeya piştrast kiriye lê tu zaniyariyek derheq hûrkariyên wê nexistiye berdest.





