Kurdpa: Redkirina berheqiya berbijêrên Kurd bo nûneratiya nehemîn dewra Meclîsa Şêvra Îslamî ya Îranê bi redkirina selahiyeta Daryûş Qenberî û Îqbal Minberî ji nûnerên niha yên Meclîsê û Ebdulah Sohrabî ji nênerê dewra şeşem ya Meclîsê dest pê kir.
Her di vê pêwendiyê de Ebdulah Sohrabî nameyd derkiriye û gotiye ku bi buxtana hevkarîkirin ligel opozîsyona Kurdî ya Îranê hatime redkirin. Navbirî didomîne û dibêje: "Lê ez ne tenê nerehet ninim belku pir keyfxweş im ku ji dest hilbijartinek nedemokratîk de rizgar bûme."
Sohrabî herwiha dibêje: "lîsteya redkirina berendaman roj bi roj kemilîtir dibe û bê şik dîrok dê li ser vê yekê biryar bide ku bi çi tawanekê mafê xweendamkirin ji vê xelkê distînin û her car hinek kesan dikin nûnerê Kurdan ku diyar nine xwedî çi derbazbûyekê ne."





