Ciwanekî kurd bi 4 sal hepsa te`zîrî hate cezadan
Dadgeha Înqilab a bajarê Ciwanroyê, cezayê 4 sal bi ser “Ebdula Ehmedî kurê Feyîzulah de sepand. Navbirî 28 sal temenê wî ye û xelkê bajarê Selasa Bawecanî ye.
Dadgeha Înqilab a bajarê Ciwanroyê, cezayê 4 sal bi ser “Ebdula Ehmedî kurê Feyîzulah de sepand. Navbirî 28 sal temenê wî ye û xelkê bajarê Selasa Bawecanî ye.
Du welatiyê Kurd yên bi navên “Şapûr Hebîbî” Kurê Îsa û “Ferzîn Rostemî” kurê Elî, xelkê gundê “Ewêheng” a ser bi bajarê Sineyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Êvînê hatine azadkirin.
Roja Sêşemî, 8`ê Rêbendanê, hêzên Îtila`atê ciwanekî yarsanî yê bi navê “Sabir Mihemedî” desteser kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.
Cezayê 120 sal hepsa “Heyder Qubadî, hepsiyê siyasî yê Kurd yê bajarê Kamiyaranê, di dadgeha bajarê Sineyê de, bi îdamê hate guherîn û herwisa cezaya 30 sal hepsa “Mehmûd Sadiqî”, hepsiyê siyasî yê bajarê Kamiyaranê, bi 25 sal heps hate…
Piştî 11 roj ji ser desteserkirina “Kambîz Es`edî”, berêveberê Fêrgeha Mûsîqî a “Dengê Çiya” ji aliyê hêzên Îtila`ata bajarê Kamyaranê ve, heya niha qedera wî nexuya ye.
Roja Duşemî, 7`ê Rêbendanê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Saman Rebanî” kurê Mecîd, temen 26 sal û xelkê bajarê Seqizê, bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.
Êvareya Çarşemî, 2`ê Rêbendanê, çalakvanekî medenî ê Kurd yê bi navê “Ferdîn Muradî”, xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Girtiyekî tawanbar bi guştina “bizanebûn” yê bi navê “Esxer Derwîşzade” kurê Mihemed Selîm, xelkê gundê “Dêleder” a ser bi devera Enzel a Urmiyê, bi lêxweşbûna malbata guştî, ji sêdareyê rizgar bû.
Roja Çarşemî, 2`ê Rêbendanê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Biryar Kawe” kurê Emîn yê temen 26 salî û xelkê gundê “Nê” a ser bi bajarê Merîwanê, bo derbaskirina heyama hepsa xwe, bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdp”yê di raporekê de amara hevwelatiyên binçavkirî yên Kurdistan û Îranê di sala 2019`an de dixîne berçav.