Xwendekarekî Şinoyê di bajarê Sineyê de hate desteserkirin
Roja pêncşemî, 17`ê Rêbendanê, xwendekarekî Kurd yê bi navê “Muhsên Ehmedzade”, xelkê bajarê Şinoyê, di bajarê Sineyê de ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.
Roja pêncşemî, 17`ê Rêbendanê, xwendekarekî Kurd yê bi navê “Muhsên Ehmedzade”, xelkê bajarê Şinoyê, di bajarê Sineyê de ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.
Hepsiyekî siyasî yê Kurd bi navê “Arif Mihemedi”, kurê “Mewlûd”, 33 salî û xelkê gundê “Bawan” a girêdayê devera “Mirgewer” a bajarê Urmiyê, di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de, ji mafê mirexesiyê hate bêparkirin.
“Ferdîn Muradî”, çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Sineyê, piştî derbasbûna du heftiya ji ser binçav kirina wî re, hêşta qedera wî nexuya ye.
Roja Şemî, 12`ê Befranbarê, girtîyekî Kurd ê bi navê “Selam Merdan” kurê “Xalîd” û temen 28 salî û xelkê gundê “Sûrce” a ser bi bajarê Şinoyê, di girtîgeha bajarê Urmiyê de li derheq neroniya qedera wî, navbirî dest avêtiye bi gireva…
Roja Şemî, 12`ê Rêbendanê, kolberekî Kurd yê bi navê “Osman Fitûhî” naskirî bi “Osman Elî Mîna”, yê temen 55 salî û xelkê gundê “Mêşaw” û rûniştiyê taxa Tazava ya girêdayê bajarê Seqizê, bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest da.
Du welatiyên Kurd yên peyrewa Ola Yarsan yên bi navên “Sîrûs û Nadir Ezîzî”, bi sedema vê ku nekarîn barimteyê dabîn bikin, di girtîgeha Dîzilava ya ser bi bajarê Kirmaşanê de hatine ragirtin.
Roja Şemî, 12`ê Rêbendanê, bi sedema teqîna yek ji mînên şerê Îran û Îraqê, yên bi cih manî, di devera Şûşa Ehwazê, ciwanekî xelkê Kirmaşanê bi dijwarî birîndar bû.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, kolberekî Kurd yê bi navê “Welî Gundik Mela” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran li ser sînorê Şinoyê hate birîndarkirin.
Roja Yekşemî, 6`ê Rêbendanê, 2 Kolberên Kurd bi navên “Elî Hadîzade”, 22 salî, kurê “Bişar” û herwisa “Husên Hadîzade”, 29 salî, kurê “Cemîl”, rastî gullereşandina hêzên artêşa Tirkiyê hatin û di encam de, bi dijwarî birîndar bûne.
Rewşa tenduristî ya hepsiyekî Kurd yê bi navê “Siyamek Eşrefî” xelkê gundê “Welinde” ya ser bi bajarê Urmiyê nebaş hatiyê zanîn.