yekşem, 23ê tebaxa 2026an
Ajansa Nûçegihandinê ya Kurdpa

Mafê Mirov

Kurdistan

Îtila`ata Spahê nûçeya can ji destdana du girtiyên Kurd ragihand

Roja Duşemî 24`ê Xezelwerê, Îtila`ata Spaha Pasdaranê malbata du welatiyên Kurd ên bi navên “Es`ed Ramîn” û “Dawûd Rehîmî” xelkê gundên “Qarna” û “Çiqel Mistefa" ên girêdayê bajarê Nexedeyê gazîkirin û bi van re ragihandin ku ew du…

16ê mijdara 2021an
Kurdistan

Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

Roja Dûşemî 24`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Arman Zahîdî”, temen 23 salî kurî Kerîm û xelkê gundê “Pîr Omeran” a girêdayê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û piştî cend demjêmiran hate azadkirin.

16ê mijdara 2021an
Kurdistan

Binçavkirina 4 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

Sibêdeha roja Yekşemî 23`ê Xezelwerê, 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Areş Minberî”, kurê Husên, “Zaniyar Minberî” kurê Emanûllah, “Seywan Minberî” kurê Hişmet û “Mîlad Mênberî” kurê Mihemed xelkê “Niyer” ê ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê…

14ê mijdara 2021an
Kurdistan

Kolberekî Kurd bi sedema teqîna mînê birîndar bû

Roja Yekşemî 23`ê Xezelwerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Arvîn Şoketî” 18 salî kurê Kerîm û xelkê bajarê “Sahib” a girêdayê Seqizê bi sedema teqîna mînê li ser sînorê “Hengejal” ê ser bi bajarê Baneyê birîndar bû.

14ê mijdara 2021an
Kurdistan

“Aram Muradiyan” carek din hate binçavkirin

Îro Yekşemî 23`ê Xezelwerê, “Aram Muradiyan”, xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi bajarê Sineyê piştî amadebûn li dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê hate binçavkirin.

14ê mijdara 2021an