yekşem, 23ê tebaxa 2026an
Ajansa Nûçegihandinê ya Kurdpa

Mafê Mirov

Kurdistan

Kolberekî Kurd li ser sînorê Banê hate birîndarkirin

Şeva Sêşemî 9ê Sermawezê, kolberek Kurd ê bi navê “Fireydûn Mihemdî kurê “Hisên” temen 33 salî û xelkê gundê “Guêzlê” girêdayê bajarê Banê, di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê de hate birîndarkirin.

1ê berfanbara 2021an
Kurdistan

Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin

Êvareya roja Yekşemî 7`ê Sermawezê, kolberekî Kurd ê bi navê “Seyîd Îzedîn Bayzîdî” kurê seyîd Husên, xelkê gundê “Bawule” ê girêdayê bajarê Pîranşehrê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.

30ê mijdara 2021an
Kurdistan

Du kolberên din bi sedema teqeya hêzên leşkerî hatine birîndarkirin

Roja Pêncşemî 4`ê Sermawezê, du kolber ên bi navên “Mîlad Ehmedî”, xelkê Selasa Bavecanî û “Îhsan Hebîbî” xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê, hatine birîndarkirin.

28ê mijdara 2021an
Kurdistan

“Muhsên Ehmedzade” careke din hate binçavkirin

Roja Şemî 22`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Muhsên Ehmedzade”, kurê Rostem û xelkê gundê “Kosekerêz” ê ser bi bajarê Mihabadê, piştî gazî kirin bo dadgeha Şoreş a wî bajarî careke din hate binçavkirin û bo girtîgehê hate…

23ê mijdara 2021an
Kurdistan

Kolberek din li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin

Sibêdeha îro Duşemî 1`ê Sermawezê, kolberekî Kurd ê bi navê “Se`idî Rehîmî” xelkê gundê “Canewere” ê ser bi bajarê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin.

22ê mijdara 2021an
Kurdistan

Du welatiyên din ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

Roja Çarşemî 26`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Zagros Reşîdî” kurê “Se`îd” û xelkê gundê “Çoman” ê ser bi bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

20ê mijdara 2021an
Kurdistan

Hûşmend Elîpûr dest avête gireva birçîbûnê

“Hûşmend Elîpûr”, girtiyê siyasî yê Kurd xelkê bajarê Serdeştê ji roja Sêşemî 25`ê Xezelwerê ve bi nîşandana nerizayetiya xwe li derheq erênekirina mirexesiya wî û tedaxula îdareya îtil`ata bajarê Sineyê li dosiya wî, dest avête gireva…

20ê mijdara 2021an
Kurdistan

Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Mehdî Parseng” kurê “Heyder” temen 30 salî û xelkê bajarê “Serpêlêzehaw” ê ser bi Parêzgeha Kirmanşanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

20ê mijdara 2021an