Kolberek Serdeştî li sînorê wî bajarî bi sedema sirê canê xwe ji dest da
Şeva derdasûyî, kolberekê kurd yê bi navê “Mihemed Mela Wesûyî Werdê” xelkê gundê “Werdê” û rûniştiyê bajarê “Rebet”ê bi sedema sirê li sînorê “Serdeşt”ê canê xwe ji dest da.
Şeva derdasûyî, kolberekê kurd yê bi navê “Mihemed Mela Wesûyî Werdê” xelkê gundê “Werdê” û rûniştiyê bajarê “Rebet”ê bi sedema sirê li sînorê “Serdeşt”ê canê xwe ji dest da.
kolberê Kurd ê temen 24 salî“Fuad Mehdî Îbrahîmiyan”, xelkê bajarê Serdeştê ku bi sedema teqîna mînê li ser sînorê bajarê “Bane”yê lingê xwe yê rastê ji dest dabû çavê xwe yê çepê jî ji dest da.
Roja Çarşemî 11`ê Reşemê, “Zemane Zîviye” xelkê bajarê Seqizê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hate zivirandin.
Tevî derbasbûna heyama du heftiyan ji binçavkirina çalakvanê medenî yê Kurd û mamosteyê zimanê Kurdî yê bi navê “Kiyûmers Letîfî” xelkê bajarê Sineyê, ji qedera navbirî ti zanyariyek ber dest nîne.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de hêzên ewlehî li bajarê Kirmaşanê êrîşkiribûne ser malbata yek ji şahidên dadgeha navnetewiya xelkî ya meha “Xezelwerê”, “Subhetullah Umîdî” û dest bi vekolîna mala wan û lêpirsîn digel endamên wê malbatê…
Girtiyê Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê “Mihemed Hûşengî”, roja Şemî 7`ê Reşemê di çaremîn roja gireva birsîbûna xwe de, li ser biryara berpirsên girtîgehê, bo odeya take kesî hate veguhastin.
Roja Şemî 7`ê Reşemê, welatiyek Kurd ê bi navê “Zanko Mesûdî” temen 22 salî û kurê “Resûl”, xelkê gundê “Melqerenî” yê ser bi bajarê Seqizê bi danîna Barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.
Dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bona azadkirina demkî ya girtiyek ê siyasî yê Kurd ê bi navê “Mihemed Muradî” xelkê gundê “Qebrahisên” a girêdayê bajarê Pîranşehrê, daxwaza barimteya 8 milyard Tumenî dike.
Roja Duşemî, 9ê Reşemê welatiyek Kurd ê bi navê “Xebat Weysî” temen 24 salî kurê “Ebdulla” xelkê gundê “Gulçiyer”ê ser bi bajarê “Merîwan”ê bi danîna barimteya giran ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.
Roja Yekşemî 8ê Reşemê, serbazekî Kurd ê bi navê “Mihemedsidîq Ezîzî” kurê “Luqman” xelkê bajarê “Şino”yê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.