Seqiz; Welatiyek ji ber teqîna mînê birîndar bû
Roja Duşemî 3’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Kêyvan Hermîdolî” temen 31 salî, xelkê gundê “Hermîdol” a ser bi bajarê Seqizê, bi sedema teqîna mînekê birîndar bû.
Roja Duşemî 3’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Kêyvan Hermîdolî” temen 31 salî, xelkê gundê “Hermîdol” a ser bi bajarê Seqizê, bi sedema teqîna mînekê birîndar bû.
Roja Yekşemî 2’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyek bi navê “Exter Xanim Muradî” xelkê gundê “Gorsfîd” a ser bi bajarê Gêlanxerbê, ku bi sedema teqîna mîneke bich mayî yên şerê Îran û Iraqê, bi giranî birîndar bibû, jiyana ji dest da.
Sibeha roja Şemiyê 1’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Fexredîn Mudresî” temen 38 salî kurê Şafî, xelkê gundê “Dê Şems” a ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Sibeha roja Yekşemî 2’ê Banemera 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Şiwane Ehmedpûr” xelkê gundê “Necine ya jorê” ya ser bi bajarê Bane, bi sebeba teqekirina rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê li sînorên vî bajarî hat kuştin.
Serê sibê roja Yekşemî 2’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyê Kurd ê bi navê “Cemal Merdanî” xelkê bajarê Miyandavê li girtîgeha Kirmanê hat îdamkirin.
Tevî ku 11 roj bi ser binçavkirina welatiyê bi navê Pûriya Sefayî yê temen 20 salî û xelkê Qorwe re derbas bûye, lê li derheq rewşa wî de zanyariyên berfireh nehatine bidestxistin.
Mamostaya zimanê kurdî û endama encûmena rêveberiya komeleya çandî-civakî ya “Nûjîn” Soma Pûrmihemedî ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşa Sine bi serokatiya dadwer Keremî bi 10 sal heps û dûrxistin bo Kirmaşanê hat ceakirin.
Mecîd Kerîmî, çalakvanê sendîkaya mamostayan û endamê desteya rêveber a sendîkaya mamosteyên Kurdistanê – Sine û Klatterzan, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi tohmeta “propagandakirina li dijî hikûmetê” bi 3 meh heps hat cezakirin.
Roja Çarşemî 29’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, 3 welatiyên Kurd bi navên “Muhsin Ehmedî Eqdem” temen 34 salî kurê Hesen, “Resûl Yûsifî Azer” temen 21 salî kurê Îbrahîm û “Hesen Yûsifî Azer” temen 39 salî û kurê Fetah, xelkê gundê Befriwan, a…
Roja Çarşemî 29’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Mihyeddîn Me`irûfniya” xelkê Pîranşarê, piştî danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji yek ji navendên ewlehiyê yên vî bajarî hat azadkirin.