li bajarê Sine ciwanekî Kurd rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîmê hat
Di encama teqeya hêzên çekdar yên Hikûmeta Îslamî ya Îranê, ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest daye.
Di encama teqeya hêzên çekdar yên Hikûmeta Îslamî ya Îranê, ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest daye.
Bi sedan ajotvanên kamyon û tankêrên petrolê ku di bazarçeya sînorî a Başmaxa Merîwanê de dixebitin, nerazî ne û ragehandine ku bi sedema kêmasiyên rêveberiya gelaleyên bazirganî ve, tevî gellek kêşe û astengan berbirû bûne.
parek ji mamostayên Sune meseb ên Îranê, dijatiya xwe li hemberî êrîşên esmanî ên Rûsiyayê li dijî Sûriyê nîşan dan.
pitir ji 3 milon kes ku piraniya wan zarok in, di Îranê de hene ku xwediyê tu belgeyeke pênasê nine û navê wan di tu rêveberiyeke kesîtiyê de nehatiye nivîsandin.
Sipêdezû ya roja Duşemî berwarê 20’ê Rezbera sala 1394’an, di girtîgeha “Derya” ya bajarê Urmiyê de, 8 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin.
Girtiyekî siyasî yê Kurd xelkê bajarê Bokanê, bi armanca nîşandana nerazîbûnê derheq rewşa girtîgehê, û veguhastina wî bo zindana Tebesê ya Bîrcendê, dest bi gireva birçîbûnê kir.
Ajansa nûçegehaniya Kurdpa yê ragehand ku çarenivîsa mamostayê olî yê Kurd “Mihemed Bera’î “ ku di girtîgeha newendî ya bajarê Urmiyê de hatiye destbiserkirin, nediyar e.
Civaka Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê - Jinêv, di pêwendî tevî roja cîhanî ya xebat li dijî bidarvekirinê, daxuyaniyek bilav kir.
Di çendîn bajarên Kurdistana Îranê de, roja cîhaniya zarokan li jêr diruşma (aştî û dostatiyê) bi encamdana çalakiyên cur bi cur bi rê ve çû.
Efsane Bayezîdî keça xwendekar a xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ser bi nawendên ewlehiyê ên hikûmeta Îranê ve, li Bokanê hate destbiserkirin, û bo cihekî nediyar hate veguhastin.