Yek ji hêzên Întizamî di ser sînorê bajrê Pawê hate kuştin
Ragihandinên hikûmetê bas ji kuştina yek ji hêzên Întizamî li şerê çekdarî di ser sînorê bajarê Pawê de kir.
Ragihandinên hikûmetê bas ji kuştina yek ji hêzên Întizamî li şerê çekdarî di ser sînorê bajarê Pawê de kir.
Roja Yekşemî, 11`ê Reşemê, hêzên Îtila`atê êrîş kirine ser mala welatiyekî bi navê “Seyîd Mistefa Sebrî” û kurê wî yê bi navê “Seyîd Ehmed Sebrî” li bajarokê “Peswê” a ser bi bajarê Pîranşarê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî binçav kirine.
Roja Şemî 10`ê Reşemê, jineke Kurd a temen 55 sal û xelkê bajarê Seqizê ya bi navê “Zeyneb Hîcazî” tûşbûya bi vîrûsa Koronayê, di nexweşxaneya wî bajarê de canê xwe ji des da.
Ser sibêdeha îro 11`ê Reşemê, hepsiyekî Kurd bi tohmeta “kuştina bizanebûn”ê bi navê “Emîr Mihemedpûr” xelkê bajarê Bokanê di benda ciwanên girtîgeha bajarê Urmiyê de hate îdamkirin.
Ciwanekî Kurd yê bi navê “Emîn Kasib” xelkê bajarê Kirmaşanê, ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî ve bi 2 sal hepsa te`izîrî hate cezadan.
Roja Înê 9`ê Reşeme, hepsiyek bi navê “Ferîq Mihemedî”, yê temen 47 salî, xelkê devera Deştebêl a ser bi bajarê Şinoyê û rûniştiyê bajarê Urmiyê, bi sedema xirabiya rewşa tendirustî ya wî di yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de canê xwe ji…
Roja Şemî, 10`ê Reşemê, hepsiyek bi navê “Mehdî Resûlî”, digel du hepsiyên din li benda ciwan a girtîgeha Urmiyê bo ceribandina vîrûsa Koronayê, bo derveyê girtîgehê veguhastin.
Roja Sêşemî, 6`ê Reşemê, hêzên Îtila`atê di bajarê Urmiyê de ciwanekî Kurd yê bi navê “Sîrwan Mihemedî” binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.
Çend roj beriya niha, ciwanekî Kurd yê bi navê “Pûya Perwane” kurê “Ebdulah”, temen 18 salî, di nêzîkatiya sînorê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hate binçavkirin.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, hejmarek ji kolberên Kurd di bilindahiya sînorê bajarê Pîranşarê de, rastî teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hatibûn.