Biryara binçavkirina welatiyekî Kurd hate dirêjkirin
Biryara binçavkirina welatiyekî Kurd yê bi navê “Seîd Ehmed Sedrî” kurê “Seîd Mistefa”xelkê bajarê Pesvê a girêdayê Pîranşehrê, carekî din bo heyama 20 rojan hate dirêjkirin.
Biryara binçavkirina welatiyekî Kurd yê bi navê “Seîd Ehmed Sedrî” kurê “Seîd Mistefa”xelkê bajarê Pesvê a girêdayê Pîranşehrê, carekî din bo heyama 20 rojan hate dirêjkirin.
Roja Duşemî 3`ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Cefer Remezanî” kurê “Mihemed”, temen 50 sal û xelkê Selas a Bavecanî, li ser sînorê Newsûdê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.
Roja Yekşemî 2`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Nadir Feyazîfer” kurê “Muhemed” xelkê gundê “Melaîsa” a ser bi navçeya “Deştrebêl” a girêdayê bajarê Şinoyê, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin.
Roja Yekşemî 2`ê Xermananê, çalakvanekî medenî yê bi navê “Feryad Ebdî” xelkê bajarê Kamyaranê, bi danîna barimteya 200 milyon tumenî bi awayekî demkî heya dema berêveçûna dadgehiya wî hate berdanê.
Roja Şemî 1`ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Osman Tehmasibî” kurê “Mûsa”, temen 30 sal û xelkê gundê “Yelxûraxaçî” a ser bi bajarê Qurweyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gor amara ku di navenda amar a saziya mafê mirov a Kurdpa yê de, di meha Gelawêj a sala 1399`an de, 51 welatî di Kurdistana Îranê de hatine binçavkirin.
Êvareya roja Şemî 1`ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Behrûz Muradî” kurê “Mîrza”, xelkê “Tazava” a girêdayê Selas a Bavecanî, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Newsûdê de hate birîndarkirin.
Di heyamê çend rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd yê bi navê “Şêrko Siywoşî” kurê “Muhemed”, temen 37 sal û xelkê bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Roja Înê 31`ê Gelawêjê, keçekî temen 19 sal ya bi navê “Şîva Xoremî” xelka gundê “Simaqlû” a ser bi navçeya Serşîv a ser bi bajarê Seqizê, dawî bi jiyana xwe anî.
Roja Înê 31`ê Gelawêjê, bav û kurek di yek ji gundên bajarê Çirdawil a ser bi parêzgeha Îlamê, bi sedema dest têverdana keresteyên teqemenî, bûne qurbanî.