Parewergirtina bi zorî ji dersxwanan nerizayetiya malbatên wan lêkevtiye
Bi sedema parewergirtina bi zorî ji dersxwanan û dabînekirina kelûpelên hewce bo derxwanan, nerizayetiya malbatên gundê “Banewrê” yê ser bi bajarê Paweyê lin pey xwe ve aniye.
Bi sedema parewergirtina bi zorî ji dersxwanan û dabînekirina kelûpelên hewce bo derxwanan, nerizayetiya malbatên gundê “Banewrê” yê ser bi bajarê Paweyê lin pey xwe ve aniye.
Roja Şemî 8ê Sermawezê, du welatiyên Kurd yên bi navên "Îsmaîl Hecîebdulah" û "Haşim Muradî" xelkê gundê "Şînava" yê ser bi bajarê Pîranşehrê piştî dawîhatina heyama lêkolîna wan bi danîna barimteyê hatine azadkirin.
Roja Yekşemî 9ê Sermawezê kolberekî Kurd yê bi navê “Ayhan Xudayî” yê 22 sal û kurê Cemal, xelkê gundê “Koran” yê ser bi devera soma û birdust a girêdayê bajarê Urmiyê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî bi…
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, yek ji endamên “Saziya Kesk a Çiya” a Merîwanê yê bi navê “Arman Nîkpeyk” kurê Xalid û xelkê gundê “Nê”yê ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Merîwanê ve bi du sal hepsa teizîrî hate cezadan.
Taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê, bi serokayetiya dadwer “Seîdî” çalakvanê medenî yê Kurd yê bi navê “Ferzad Husênî” temen 31 salî û xelkê gundê “Dêweznav”ê û rûniştiyê bajarê Kamiyaranê, bi 5 sal hepsa teilîqî û 5 meh hepsa teizîrî…
Roja Çarşemî 5ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Rehman Resûlî” kurê Rehîm temen 45 salî xelkê gundê “Bilesen” yê ser bi bajarê “Bane”yê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
“Îshaq Rohî” çalakvanê kedkarî yê Kurd li meha Xezelwera îsal piştî bi dawîhatina heyama girtina wî ji girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate azadkirin.
Çengîz Qedemxêr, girtiyê siyasî yê Kurd, xelkê bajarê “Kamiyaranê” di girtîgeha “Mescêd Silêman” ya parêzgeha Xûzistanê bo girtîgeha navendî ya “Ehwazê” hate veguhastin.
Roja Pêncşemî 6ê Sermawezê, “Aynaz Zar’i” girtiya siyasî di benda jinan a girtîgeha Urmiyê de piştî 15 mehan li binçavkirinê hate serbestkirin.
Heyama 10 roj beriya niha, jineke Kurd ya bi navê “Leyla Ferhadî” temen 38 salî û keça Kerîm, hewla şewitandina xwe dabû û piştî 10 rojan canê xwe ji dest da.