Termê Îrfan Sa`idpena mamosteyê Zimanê Kurdî piştî Sê rojan hate peydakirin
Termê Irfan Sa`îd Pena, mamostyê Zimanê Kurdî û yek ji wan çalakvanên xuya ê medenî yê bajarê Sine, piştî sê roj wundabûn li bendava Qişlax a Sineyê hate peydakirin.
Termê Irfan Sa`îd Pena, mamostyê Zimanê Kurdî û yek ji wan çalakvanên xuya ê medenî yê bajarê Sine, piştî sê roj wundabûn li bendava Qişlax a Sineyê hate peydakirin.
“Viyan Mihemedî”, çalakvana Medenî û xwendekara warê birêveberiya bazirganiyê, xelkê bajarê Merîwanê, ji girtîgeha Îtla`at a Spahê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.
Şeva Sêşemî 11`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Husên Ferecî”, temen 63 salî yê kurê Kerîm xelkê bajarê “Armirde”, yê ser bi bajarê Baneyê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.
Êvareya roja Sêşemî 11`ê Cozerdan, “Ferzad Samanî” û “Sakar Eynî”, ên binçavkiriyên Befranbara sala 1399`an, piştî derbasbûna nêzî 5 mehan ji binçavkirina wan, ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî…
Roja Şemî 11`ê Cozerdanê, du kedkarên bînasaziyê li bajarê Serdeştê, di dema karkirinê de bi sedema berbûn ji bilindahiya bînayeke bi nîveçêkirî, rastî bûyera kar hatin.
Roja Duşemî 10`ê Cozerdan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Resûl Ebdullahnijad”, kurê Ebûbekir, xelkê gundê “Gergûla xwarê” û rûniştiyê bajarê Pîranşehrê bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Nexedê hate azadkirin.
Roja Duşemî 3`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Soran Şerîfî” û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Ji roja Yekşemî 9`ê Cozerdanê ve, Ferzad Samanî yek ji girtiyên meha Befranbara sala 1399`an li girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê dest avêt bi gireva birçîbûnê.
Sibedeha roja Yekşemî 9 Cozerdanê, kolberek ê bi navê “Mihemed Rehmanî”, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê “Ser Tezên”ê girêdayê bajarê Baneyê birîndar bû.
Roja Şemî 8`ê Cozerdanê, çalakvanekî olî yê bi navê “Teha Kerîmî”, kurê Husên û xelkê bajarê Bokanê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate azadkirin.