Bokan; Bêhrûz Ferheng ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
Roja Sêşemî 14’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Bêhrûz Ferheng” xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê hat veguhastin.









