Heyama mirexesiya Selah Şerîfzade hate demdirêj kirin
Heyama mirexesiya girtiyê siyasî yê Kurd “Selah Şerîfzade”, xelkê bajarê Bokanê, bo 4 rojên din hate demdirêj kirin.
Heyama mirexesiya girtiyê siyasî yê Kurd “Selah Şerîfzade”, xelkê bajarê Bokanê, bo 4 rojên din hate demdirêj kirin.
Yekemîn kombûna desteya birêveberiya Encumena Çandî-Wêjeyî ya bajarê Merîwanê bi rê ve çû û biryar dan ku xelata “qelema zêrîn a Qan`i” pêşkeşî wan kesan bikin ku, di warê wêjeya Kurdî de çalakiyê dikin.
Roja Înê 7`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Azad” xelkê gundê “Doletû” yê girêdayê bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin.
Roja Pêncşemî 6`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Zaniyar”, li encama teqîna mînê li binkeyekî betalkirî ya leşkerî li gundê “Zelê”yê ser bi bajarê Serdeştê, birîndar bû.
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Serdar Alanî”, kurê Luqman” û xelkê gundê “Sîngan” ê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê dadgeha şoreş ya wî bajarî ve, 15 meh girtîgeha teizîrî li ser hate sepandin.
Ji qedera welatiyekî Kurd ê bi navê “Bihadîn Mistefanijad”, temen 30 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Berkemran” ê ser bi bajarê Pîranşehrê ku li rêkevta 16`ê Gelawêja îsal, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, ti zanyariyek di ber…
Roja Pênşemî 6`ê Xezelwerê, çalakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Seqiz“Osman Îsmaîlî”, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.
Şeva Sêşemî 4`ê Xezelwerê, welatiyekî kurd ê bi navê “Şûeyb Mehmûdî”, temen 43 salî, kurê Ceifer û xelkê gundê “Mêraw” ê ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Roja Pêncşemî 29`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Selah Elîzade” kurê “Ebûbekir” xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Çarşemî 5`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Arman Esedî” xelkê bajarê Dîwandere, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Şehramfer a bajarê Sineyê, hate azaddkirin.