Bane; Mêhran Fetahî, kolberê ciwan, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de birîndar bû
Di roja Çarşemî, 7ê Cozerdana 1404`an a Rojî de, kolberek temen 27 salî bi navê Mêhran Fetahî, xelkê bajarê Bane, di nêzîkî sînorê herêma Hengejalê de, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bû.









