Mamostayekî zanîngeha zanistên pizîşkî li Kirmaşanê dawî bi jiyana xwe anî
Roja Sêşemî 30ê Xakelêweyê, mamostayê zanîngeha zanistên pizîşkî li Kirmaşanê Dr. “Mihemed Mêhrebanî” hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.
Roja Sêşemî 30ê Xakelêweyê, mamostayê zanîngeha zanistên pizîşkî li Kirmaşanê Dr. “Mihemed Mêhrebanî” hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.
Çalakvanek Kedkarî yê Kurd yê bi navê “Murteza Seyidî” temen 37 salî û xelkê bajarê “Kamêran” û rûniştiyê bajarê “Tehran”ê piştî 5 roj ji binçavkirinê hêj qedera wî nexuya ye.
Êvara Roja Sêşemê 30ê Xakelêwe, “Areş Nûrî” kolberê birîndarbûyî yê xelkê gundê “Kelaşî Lûlim” yê girêdayî bajarê “Ciwanro”yê bi sedema kûrahiya birînên xwe li nexweşxaneya “Taliqanî” ya bajarê “Kirmaşan”ê canê xwe ji dest da.
Êwara roja Duşemî 29ê Xakelêwe, kolberek Kurd ê bi navê “Silêman Îbrahîmzade”, temen 37 salî û xelkê gundê “Binûxelef” ê girêdayî bajarê Serdeştê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li sînorê “Bêtûş”ê canê xwe ji dest daye.
Êvareya roja Şemî 27`ê Xakelêwe, çar welatiyên Kurd ên bi navên “Şehram Burek, Seyîd Nasir Husênî, Umer Îbrahîm Nadirî û Leyla Îbrahîm Nadirî” zarokên Umer û xelkê gundê “Suxanlû” yê girêdayê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve…
Êvareya roja Yekşemî 28`ê Xakelêwe, hejmarek ji kolberan li ser sînorê Newsûd û Şûşmê rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî hatin û di encamê de çend kolber hatine birîndarkirin.
Îro Yekşemî 28`ê Xakelêwe, welatiyek Kurd ê bi navê “Mihemed Fethullahî” kurê Bayezîd û xelkê bajarê Bokanê bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî hate azadkirin.
Roja Pêncşemî 25`ê Xakelêwe, welatiyekî Kurd ê bi navê “Se`idî Mehmûdî” kurê Umer û xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Roja Şemî 27`ê Xakelêwe, kedkarekî Kurd ê bi navê “Yasîn Rizayî” kurê Riza û xelkê gundê “Qesrik” yê girêdayê bajarê Selmasê, bi sedema bûyera hatûçûnê li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistana Îraqê canê xwe ji dest da.
Roja Şemî 27`ê Xakelêwe, “Keyhan Mukerem” girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Enbê” yê girêdayê devera Tirgewer, piştî bi dawîhatina heyama mirexesiyê bo girtîgeha bajarê Urmiyê zivirî.