Li bajarê Merîwanê jinek Kurd bi xwe lidarvekirinê dawî bi jiyana xwe anî
Roja Duşemî 9`ê Cozerdanê, jina kêm temen a bi navê “Şukiriye Pejûhî” keça Mihemedsalih xelkê gundê “Baywe” û rûniştiyê bajarê Merîwanê, dawî bi jiyana xwe anî.
Roja Duşemî 9`ê Cozerdanê, jina kêm temen a bi navê “Şukiriye Pejûhî” keça Mihemedsalih xelkê gundê “Baywe” û rûniştiyê bajarê Merîwanê, dawî bi jiyana xwe anî.
Welatiyek Kurd ê bi navê “Xalid Seyfpenahî” kurê Ehmed û xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a wî bajarî ve bi serokatiya dadwer “Husên Se`îdî” bi sê meh û rojek girtîgeha ragirtî bo heyama du salan hat cezadan.
Roja Yekşemî 8`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Dana Pîruzî” temen 25 salî û kurê Eta û xelkê gundê “Serdoş” a girêdayê bajarê Merîwanê, piştî gazîkirina bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hat binçavkirin.
Şeva Duşemî 9`ê Cozerdanê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê teqe ji hejmarek kolberan kirin û her bi vê sedemê jî, du kolberên Kurd bi awayekî dijwar birîndar bûn.
Îro Duşemî 9`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Selîm Şerîfî” piştî gazîkirin bo taya birêveberiya cezayan li bajarê Şinoyê hate binçavkirin û bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.
Îro Duşemî 9`ê Cozerdanê, “Eskender Lutfî” Endamê Heyeta Birêveberî ya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, bi nîşaneya nerizayetiyê bi berdewamiya binçavkirina neyasayî û givaşxistina ser wî ji bo vergirtina îtirafa bi zorê,…
Roja Înê 28`ê Gulanê keçek xwandekar,xelkê bajarê “Dîwandere”yê ya bi navê “Soma Rizayî” li bajarê “Sine”yê ji aliyê du kesan ve ku xwe bi rivînghilgir dabûne nasandin, hate revandin û piştî revandinê “Soma Rizayî” xwe li maşînê havêtiye…
Roja Şemî 7`ê Cozerdanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Kemal Quytasî” piştî gazîkirina wî bo taya cîbicîkar ya cezayên dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê, hat binçavkirin û bona cîbicîkirina cezayên xwe bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.
Roja Şemî 7`ê Cozerdanê, “Îrec Rehîmzade” çalakvanê jîngehparêz yê xelkê gundê “Ruwar” a girêdayî Sewlava û rûniştiyê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihekî nexuya veguhastin.
Îro Şemî 7`ê Cozerdanê, kolberê Kurd yê bi navê “Ako Resûlî” temen 25 salî û kurê Rehîm û xelkê bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmekê li ser sînorê bajarê Banê canê xwe jidest da.