“Daryûş Mêhdîzade” piştî derbasbûna 68 rojan bi danîna barimteyê hat azadkirin
Roja Çarşemî 12`ê Gelawêjê, “Daryûş Mêhdîzade” welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Kamêranê bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, hat azadkirin.
Roja Çarşemî 12`ê Gelawêjê, “Daryûş Mêhdîzade” welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Kamêranê bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, hat azadkirin.
Roja Yekşemî 16`ê Gelawêjê, du welatiyên Kurd yên bi navên Selahedîn Ehmedî 42 salî û kurê Mistefa û xelkê gundê “Sîngan” û Omîd Moradî, kurê Qadir û xelkê bajarê Nelosê, piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê di yek ji girtîgehên ewlehî yên…
Roja Yekşemî 16`ê Gelawêjê, Kolberekî Kurd ê bi navê “Hejar Ferecî” temen 29 salî û kurê Enver, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Sardab” a girêdayî bajarê Baneyê hat kuştin.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, hejmarek ji girtiyên li girtîgeha bajarê Bokanê, digel derkevtina hin ji nîşaneyên vîrûsa Koronayê, li bedena wan de rûbirû bûne û berpirsên girtîgehê jî ji vergirtina cerbandinên Koronayê xwe diparêzin.
Roja Şemî 15ê Gelawêjê, kedkarekî Kurd yê bi navê “Rehmet Silêmanî” temen 36 salî û xelkê bajarê “Mehabad”ê bi sedema berbûn li bilindahiyê, di dema kar kirinê de canê xwe ji dest da.
Roja Sêşemî 11`ê Gelawêjê, çalakvanekî jîngehparêz yê bi navê “Nevîd Konepoşî”, xelkê bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata wî bajarî, hat binçavkirin.
Roja Çarşemî 12`ê Gelawêjê, serbazekî Kurd ê bi navê “Aryan Şahmihemedî” xelkê bajarê Dîwandereyê bi sedemek nexuya li ser sînorê bajarê Baneyê dawî bi jiyana xwe anî.
Roja Înê 14`ê Gelawêjê, welatiyeke jin a bi navê “Şeyda Nesîrî” keça Mihemed û xelkê gundê “Befrevan” a girêdayî bajarê Mehabadê dawî bi jiyana xwe anî.
Roja Pêncşemî 13ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Kazim Tabnak” kurê “Mihemedemîn” xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, piştî gazîkirina bo îdareya Îtilaata wî bajarî hat binçavkirin.
Biriyara binçavkirina demkî ya welatiyekî Kurd yê bi navê “Mikaîl Mênberî” xelkê gundê “Niyer” û rûniştiyê bajarê “Sinê”yê, ji aliyê taya du a dadgeha Şoreş ya bajarê “Sinê”yê hat demdirêjkirin.