Welatiyeka Kurd bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hat gazîkirin
Roja Duşemî 7`ê Xermananê, welatiya jin a bi navê “Arezû Emcedî” bo Stada Xeberî ya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hat gazîkirin û lêpirsîn ji wê kirin.
Roja Duşemî 7`ê Xermananê, welatiya jin a bi navê “Arezû Emcedî” bo Stada Xeberî ya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hat gazîkirin û lêpirsîn ji wê kirin.
Welatiyekî Kurd yê bi navê “Luqman Qadirî” kurê Ezîz, xelkê “Peswê” û rûniştiyê bajarê “Pîranşar”ê ji aliyê taya 102 a dadgeha cezadanê, ya wî bajarî bi 2 sal û 7 meh û 16 roj girtîgehê hat cezakirin.
Roja Pêncşemî 3ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Celal Emînî” di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha bajarê “Bokan”ê hat veguhastin.
Roja Yekşemî 6`ê Xermananê, welatiyê Kurd yê bi navê “Xosrev Candarov”, temen 7`ê salî bi sedema teqîna alavên paşmayî yên şerê di navbera Îran û Îraqê de, li derdora gundê “Qasimava”yê ser bi bajarê Gîlanxerbê canê xwe ji dest da.
Roja Şemî 5ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Macid Mihemedî” bi teqeya hêzên hikûmetê li ser sînorê “Newsûd”ê hat birîndarkirin.
Roja Şemî 5ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mikaîl Mênberî” xelkê gundê “Niyer” û rûniştiyê bajarê “Sinê” piştî bidawî hatina heyama lêpêçîna wî, ji girtîgeha Îtilaata Spahê bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.
Roja Yekşemî 6ê Xermananê, “Aras Mihemedpûr” xelkê bajarê “Serdeşt”ê ku heftiyek berî niha bi teqeya hêzên leşkerî li sînorê bajarê “Banê” bi dijwarî hatibû birîndarkirin, mixabin li nexweşxaneya “Kewser” a bajarê “Sinê” canê xwe ji dest…
Roja Înê 4`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Nasir Dale” temen 31 salî, kurê Osman xelkê gundê “Zengiyavê” û rûniştiyê “Şînava” ya girêdayî bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.
Yekemîn civîna dadgeha pêragihîştin bi dosyeya girtiya siyasî ya li benda jinan “Su`da Xadîrzade”, hat lidarxistin û ew kesên ku li dijî wê sikala tomarkirine, gefa kuştinê jê xwarin
Roja Înê 4ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Rêbiwar Reşîdî” kurê “Ebûbekir” xelkê gundê “Qolyava” yê girêdayî wî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî ve, li sînorê “Birwêşkanî” yê girêdayî wî bajarî hat kuştin.