Îlam: Firşte Mensûrî bi 6 meh girtîgehê hat cezakirin
Firşte Mensûrî, serhildêra Kurd a xelkê bajarê Îlamê, ji aliyê taya 6 a dadgeha pêdaçûnê ya wî bajarî, bi 6 meh girtîgehê hat cezakirin.
Firşte Mensûrî, serhildêra Kurd a xelkê bajarê Îlamê, ji aliyê taya 6 a dadgeha pêdaçûnê ya wî bajarî, bi 6 meh girtîgehê hat cezakirin.
Ham Kamdij kurê Vahid û xelkê gundê “Îndirqaş”yê ser bi bajarê Mehabadê, tevî derbasbûna 12 rojan li ser binçavkirina wî de, heta niha di girtiyê de ye.
Roja Yekşemî 9ê Rêbendana 1401an a Rojî, Sirwe Pûrmihemedî, Endama Encumena Çandî û Civakî ya Nojînê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihek nediyar hate veguhestin.
Roja Çarşemî 5ê Rêbendanê, welatiyek Kurd yê bi navê “Kejwan Qadirmerzî”, yê xelkê bajarê Qurwe, ji aiyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihek nexuy hate veguhastin.
Tohmetên ku bi ser Gelawêj Ehmedî, çalakvana medenî, wêneger û birêvebera atoliyeya “Ejîn”ê de hatinî sepandin, roja Çarşemî 5ê Rêbendana 1401an a Rojî, di taya du ya lêpirsîna dadgeha giştî û Înqilaba Sineyê de jê re hate ragihandin.
Roja Pêncşemî 29ê Befranbarê, welatiyek Kurd ê bi navê “Ehmed Babaxanî” yê xelkê bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Di heyama çend rojên borî de, sê welatiyên Kurd yên bi navên “Eskender Berderîz, Şehram Elîxanî û Xelîl Emînî” yên xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmeta Îranê ve hatine girtin.
Roja Pêncşemî 6ê Rêbendana 1401an a Rojî, zarokek temen 14 salî û yê bi navê “Komar Şabûyî”, kurê Siyamend û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihek nediyar hate veguhestin.
Roja Çarşemî 5ê Befranbara 1401an Rojî, welatiyek Kurd yê bi navê “Husên Pêtrûsî” yê xelkê Pîranşehrê li ser sînorê vî bajarî bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.
Roja Sêşemî 4ê Rêbendanê welatiyekî Kurd yê bi navê “Osman Perdedar” xelkê bajarê “Serdeşt”ê ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmeta Îranê ve li wî bajarî hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.