Li sînorê Bane kolberekî xelkê Seqizê birîndar bû
Êvariya roja Sêşemî 30’ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Esed Hesenpûr” temen 25 salî, xelkê gundê “Ceferxan” a bajarê Seqizê, li sînorê Hengejale ya bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve bi giranî birîndar bû.









