Cezayê îdamê yê girtiyekî li girtîgeha Seqizê birê ve çû
Sibeha roja Pêncşemî 6’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyek bi navê “Ferzad Xadimî” xelkê Seqizê li girtîgeha vî bajarî de hate îdamkirin.
Sibeha roja Pêncşemî 6’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyek bi navê “Ferzad Xadimî” xelkê Seqizê li girtîgeha vî bajarî de hate îdamkirin.
Êvara roja Sêşemî 4’ê Banemera 1403’an a Rojî, 3 kolberên Kurd bi navên “Xalid Mehmûdî”, “Elî Kerîmiyan” û “Seidullah Emînzade” xelkê gundê “Bilesen”a ser bi Bane, li sînûrê “Zile” ya vî bajarî, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin binçavkirin…
Roja Sêşemî 4’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyekî bi navê “Ferzad Xadimî” xelkê Seqizê, ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê, bo odeya takekesî li girtîgeha navendî ya vî bajarî hat veguhastin.
Roja Duşemî 3’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Kêyvan Hermîdolî” temen 31 salî, xelkê gundê “Hermîdol” a ser bi bajarê Seqizê, bi sedema teqîna mînekê birîndar bû.
Roja Yekşemî 2’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyek bi navê “Exter Xanim Muradî” xelkê gundê “Gorsfîd” a ser bi bajarê Gêlanxerbê, ku bi sedema teqîna mîneke bich mayî yên şerê Îran û Iraqê, bi giranî birîndar bibû, jiyana ji dest da.
Sibeha roja Şemiyê 1’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Fexredîn Mudresî” temen 38 salî kurê Şafî, xelkê gundê “Dê Şems” a ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Sibeha roja Yekşemî 2’ê Banemera 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Şiwane Ehmedpûr” xelkê gundê “Necine ya jorê” ya ser bi bajarê Bane, bi sebeba teqekirina rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê li sînorên vî bajarî hat kuştin.
Serê sibê roja Yekşemî 2’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyê Kurd ê bi navê “Cemal Merdanî” xelkê bajarê Miyandavê li girtîgeha Kirmanê hat îdamkirin.
Tevî ku 11 roj bi ser binçavkirina welatiyê bi navê Pûriya Sefayî yê temen 20 salî û xelkê Qorwe re derbas bûye, lê li derheq rewşa wî de zanyariyên berfireh nehatine bidestxistin.
Mamostaya zimanê kurdî û endama encûmena rêveberiya komeleya çandî-civakî ya “Nûjîn” Soma Pûrmihemedî ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşa Sine bi serokatiya dadwer Keremî bi 10 sal heps û dûrxistin bo Kirmaşanê hat ceakirin.