Newroz li Kirmaşanê +Wêne
Merasîma taybet bi Newrozê ji aliyê mêwan û şêniyên Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê ve, bi gerandina guvendê û pêxistina agir li gundekî vê parêzgehê birê ve çû.
Merasîma taybet bi Newrozê ji aliyê mêwan û şêniyên Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê ve, bi gerandina guvendê û pêxistina agir li gundekî vê parêzgehê birê ve çû.
Teqîna mayînên bi cih mayî ji şerê Îran û Îraq (beriya niha bi 26 salan), di rojên destpêkê Newrza evsal de, li Selas Bavecanî a rojhilatê Kurdistanê, ji wan yek zarok 4 kes birîndar kirin.
Hejmarek ji çalakvanên hezkiriyên xwezayê, mezintirîn zinarên parêzgeha Îlama rojhilatê Kurdistanê (Kebîrkûh), ji zibil û paşmayên seyrankeran pak û xawên kirin.
Kedkarekî temen 60 salî li Dîwandereya rojhilatê Kurdistanê, (bi sedema hejarî û xizanî) di roja yekem a Newrozê de dawî bi jiyana xwe anî.
Çalakvanekî Kurd yê Mehabada rojhilatê Kurdistanê, bi sedema zext û givaşa hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmetê, bi neçarî warê xwe bi cî hişt û welatê Îranê terikand.
Hunermendekî maketçî (makêtsaz) yê Bokana rojhilatê Kurdistanê bi sedema guh nedana karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê bi çalakiyên çandî û hunerî, berhema xwe di nava komê de û berçavên hemûyan agir pêxist.
Nîçîrwanên Paweya rojhilatê Kurdistanê di destpêka Newrozê de, dev ji nêçîra kevan berdan û bi hêviya azdiya kesên bindest ew bi xwezaya xweşik a buharê re ji qefesan azad kirin.
Newroza evsal jî li rojhilatê kurdistanê, tevî pêşîgirtina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, bi coşeke mezin birêve çû.
Bi derbas bûna 26 salan liser şerê Îran û Îraqê re, hîna bandora xirab a wî şerî, di çarçoveya mayînên çandî û esera dûr û dirêj a kîmyawî de, xwe dide nîşan dan.
Bi pêşwazî kirin ji Newroza dîrokî, li dehan gundên Merîwan û Serwavaya rojhilatê kurdistanê, çalakiyên paqijkirina xwezayê hat in lidarxistin.