Xwenîşandan li dijî bêhurmetî bi “Hotêl Fitîle” çêbû
Xwendekarên Turk ên Azerî di zanîngeha Urmiyê û Tewrêzê de, li dijî bêhurmetî di bernameyeke televîzyonî ya kanal 2 a Îranê de xwenîşandan rêk xistin.
Xwendekarên Turk ên Azerî di zanîngeha Urmiyê û Tewrêzê de, li dijî bêhurmetî di bernameyeke televîzyonî ya kanal 2 a Îranê de xwenîşandan rêk xistin.
Teqîna butla gaza ne standard li kargeheke bajarê Sehne ya parêzgeha Kirmaşanê de bû sedema birîndarbûna 2 kedkarên vê kargehê.
Di halekî de ku jêrxana hewce ji bo danîna çiqên xwandina karnasî ya bilind li zanîngeha Azad ya bajarê Seqizê îmkana vê tineye, birêveberên vê zanîngehê biryara danana çend çiqên xwandinê di vê astê de dane.
Bêpariya parêzgeha Kurdistanê berdewam di nav van amarên ku berpirsyarên hikûmeta Îranê bas dikin de, eşkere dibe.
Serbarê derbazbûna nîviya demsala sirê di Kurdistanê de, hêj kilasên xwendingehên bajarê Banê yê ser bi parêzgeha Sinê, ji petrol û alavên gerimkirinê bêpar in, û xwendekar di nava sir û seqemê de xwendina xwe bizehmet didomînin.
Çalakvanê xwendekarî yê Kurd ku xelkê bajarê Seqizê ye, ji girtîgehê bo nexweşxaneya “Bê’set” a bajarê Sinê hate veguhaztin.
Diyardeya xwekujiyê ya ciwanên Kurd hindî ku tê, zêdetir belav dibe, û berpirsyarên hikûmeta Îranê,pêngava herî biçûk ya bu kiryar bo kêmkirina rêjeya xwekujiyê hilnegirtine.
Jin û mêrekî kurd bi sedema arîşeyên hejarî û civakî ve li bajarê Seqiz û Dêwlanê dawî bi jiyana xwe anîn.
Girtiyekî siyasî yê kurd, piştî derbazkirina heyama hukmê xwe, di girtîgehê de, serbest hate berdan.
Saziya Lêborîna Navneteweyî di daxuyaniyekê de ragehandiye, dilngeraniya xwe li hemberî îdama Şehram Ehmdî, girtiyê sunî meseb li girtîgeha Recaî Şehr a bajarê Kerecê nîşan daye.