Vîrosa Anfiloanzayê di Kurdistanê de belav dibe
Berpirsên tendirûstiyê di Kirmaşanê û Urmiyê de ragehandin ku 23 hemwelatî tûşî nexweşiya Anfiloanzaiya (H.1N1) bûne.
Berpirsên tendirûstiyê di Kirmaşanê û Urmiyê de ragehandin ku 23 hemwelatî tûşî nexweşiya Anfiloanzaiya (H.1N1) bûne.
Hevdem digel hatina demsala sirr û seqemê û yekem şîpelên barîna befrê di bajarên Kurdistanê de, nirxa beşek ji hewcehiyên xurekan û yek ji wan şîremeniyan giran bûye.
Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Barzanî duh çû Tirkiyê û yekem car bi serkomarê wî welatî Receb Teyib Erdoxan û piştre jî digel serokwezîrê Tirkiyê Davûdoxlo civiya.
Serbarê derbazbûna sê salan bi ser agirgirtina xwendingeha destpêkî a gundê Şînawê ya ser bi bajarê Pîranşarê, goriyên vê bûyerê hêj ji wergirtina diye bêpar in.
Dewrana fîlma Kurdî ya Londonê îsal xelata taybetî ya pêşbaziyan da derhînerekî ciwan ji Kirmaşanê.
Kes yan kesên nenas li ser yek ji kolanên parêzgeha Kirmaşanê werzişkarê warê zaranbaziya tîma neteweyî a Îranê yê berê dane ber gulleyan, û navbirî bo nexweşxaneyê hate veguhastin.
Du girtiyên Kurd ku ji aliyê Wezareta Îtila’ata bajarê Bokanê ve hatibûn binçavkirin, ji bo girtîgeha navendî a bajarê Mehabadê hatin veguhistin.
Nawenda Berevankar a mafên mirovan, di kempêyna cîhanî de xwaziyara serbestberdana girtiyên siyasî, û yek ji wan ciwanekî kurd bûye.
Hesen Şêx Axayî rojnamevan û birêvebirê malpera “Riwangeh” piştî du mehan bi danîna pereye zaf ji girtîgehê derket.
Girtiyekî Kurd bi navê “Husên Şadrewan” xelkê bajarê Seqizê, bi sedema guhnedana berpirsyarên girtîgehê bi rewşa nebaş ya wî, dest avête gireva birçîbûnê.