Kolberekî din yê Kurd bi teqeya hêzên Hikûmeta Îranê hate kuştin
Kolberekî din yê Kurd xelkê yek ji gundên bajarê Merîwanê, bi teqeya rasterast a hêzên Hikûmeta Îslamî a Îranê hate kuştin.
Kolberekî din yê Kurd xelkê yek ji gundên bajarê Merîwanê, bi teqeya rasterast a hêzên Hikûmeta Îslamî a Îranê hate kuştin.
Yad û bîranînên zêdetir ji 5 hezar cangoriyên karesata Helebçê bi beşdariya komelek kesayetiyên Ferhengî û akadimî li Zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine bilind hate nirxandin.
Beşek ji xelkê derdora bendava Çiraweys a Seqizê di hemberî diyarîkirina nirxa cubrankirina (qerebûkirina) zewiyan de bertek nîşan dan.
Dehan Dukandar û kasibkarên Kurd yên bajarê Pîranşarê, li hember biryara berpirsên hikûmeta wî bajarî dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Şûnwarekî dîrokî ku dîroka wê vedigere bo 5 hezar sal berî niha, di herêma Sewlava ya Hewramanê de hatiye dîtin.
Temenê xwekujiyê di Kurdistanê de di heyama çend mehên derbazbûyî de çûye asta herî jor, û her di vê pêwendiyê de xortekî ku temenê wî 9 salî bûye di bajarê Şinoyê de dest bi xwekujiyê kiriye.
Ji bo careke din rewşa nebaş a jiyana werzişvanên Kurd bûye mijara Medyayên hundir yên Îranê.
Sînemakarê Kurd Bulent Gunduz ku belgefîmek bi navê “Kurdistan Kurdistan” çêkiribû, karî ku xelata fîlma herî baş ya belgefîlman bi dest bixe.
Kedkarekî Kurd li bajarê Cuwanro yê bi sedema nebûna Darbestê li ser avahiyekî canê xwe jidest da.
Pilana agirbesê a Amerîka û Rûsiyê dihgel dijayetiya Tirkiyê berbirû bû.